2026 Batman İmsakiyesi
  • İmsak 00:00
  • Güneş 00:00
  • Öğle 00:00
  • İkindi 00:00
  • Akşam 00:00
  • Yatsı 00:00
  • İftara kalan süre
    00
    SAAT
    :
    00
    DAKİKA
    :
    00
    SANİYE

Pirtûka nivîskar Evîn Adîn ya bi navê ‘Dilwar’ derçû

featured
0
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pirtûka nivîskar Evîn Adîn ya bi navê Dilwar ji weşanxaneya Lîs’ê derçû. Nivîskar Adîn ji bo pirtûka xwe dibêje, “ev pirtûk li hemberî zext û pişaftinên li ser zimanê Kurdî berxwedanek e.”

Evîn Adîna ku ji gundê Heskuta navçeya Hezo ya girêdayî bajarê Batmanê ye pirtûka xwe ya yekemîn qedand. Pirtûka Dilwar bi edîtoriya Lal Laleş û redaktoriya Dîlawer Zeraq hate amadekirin. Pirtûk ji 55 rûpelan û 34 helbestan pêk tê.

Weşanxaneya Lîsê wiha behsa pirtûkê dike: “Helbestên di Dilwar de cîgirtî, ji qîrînên ruhekî di xwe de hewîyayî, ji hestên dilekî li xwe û ji vîna hişekî di jînbûna xwe de avabûyî didin der û her helbest, bi kakilê çêbûna xwe ve, berê xwe dide warekî arizî xwe û xwe lê heyî dike”

Pirtûka nivîskar Evîn Adîn ya bi navê 'Dilwar' derçû

Nivîskar Evîn Adîn ji bo pirtûka Dilwar wiha dibêje:

“Îro li cîhanê xeynî şerê çek û topan şerê taybet yê çandê heye ku di vî şerî de gelek gel û netewên xwedî hêz û dewlet jî xwe bi pakî nikarin biparêzin xisar dibînin û têk diçin. Nexasim gelên wek Kurdan bê derfet û îmkan çandên wan bê çek di vî şerê dijwar de berxwedidin. Mixabin bi serde zimanê Kurdî zimanekî ku bi sed salan hebûna wî hatiye redkirin û qedexe kirin, lê dîsa jî berxwedaye û nemiriye bi xêra kurdên li xwedî çand û zimanê xwe derketî. Pirtûka Dilwar bi vê bîr û zanebûnê li hemberê çerxa pişaftinê ya çanda Kurdan û zimanê Kurdî helwestek e. Helwesteka bi armanca geşbûna ruhê kurdxasiyê ye.”

“hooo Destano

dilçelengo

Çi gava deng

li dilê xwe geriya

vegere

li vî hişî…”

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

NOT: ✅ Oturumu açık tut kısmını aktif hale getirin.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Uygulamamızı İndir ve Yorum Yap 🌟