Bilûra Pîrê

featured

Bilûr, amûreke xas ya Kurda ye. Hema hema di destê her şivanekî kurd de, bilûrek heye û bi newayên cihêreng diguvînin. Nexasim bilûra şivanên Qerejdaxê gelekî navdar e. Miqamekî lêdana bilûrê heye, jêre dibêjin “bilûra pîrê”

Riwayet ew e ku dibêjin pîrejineke hebûye, bêkes, jar û belengaz bûye. Rebenê hew golikek wê tenê hebû. Rojekê naxira gund tê nava malan, lê golika pîrê nayê malê; golik li çolê maye.
Pîra reben radibe xwe tevdijdîne û berê xwe dide çolê, diçe li golika xwe digere. Ev newal ê min, ew gelî ê te; ti der namîne lê nagere, lê pîrejina reben golika xwe nabîne. Pîrejina belengaz hem li golika xwe digere, hem jî li ser halê xwe distrê û dilorîne.

Êdî li pîrê dibe êvara teng, roj diçe ava û dinya dibe sawgura kewik. Her cara pîrê çav li reşahiyekê dikeve, dilê wê geş dibe; Pîra reben çi zane; dibêje qey ew reşahî golika wê ye. Kêfa pîrê tê, girî jê dibile û dest bi straneke miqamê şabûnê dike. Pîrê xwe bi xwe, hem distrê û hem jî direqise û wanî ber bi wê reşahîya dibêje qey golikê wê ye, dimeşe; hem direqise û hem dimeşe. Gava pîrê diçe digihêje li ba wê reşahîyê, dinere golika çiii, halê çi! Şahîya pîrê dimîne di berkurka wê de.
Vêca dilê pîra pepûk dişewite; kela wê ya girî radibe û dîsa jixwe re li hilobîyê dixîne, di ser halê xwe de digrî: ” weyla li te pepûkê/Weyla li te porkurê/Weyla li te belengazê!… ”
Awaza bilûrê bi vî awayî geh bi şahî, geh jî bi dilşewatî didome. Û her carê pîrê, li gorî rewşa hestên xwe, geh dicoşe û geh jî melûl dibe…
Rojekê jinikek ji gundekî Dêrikê, ji xwere diçe nava daristanê, ji bo ardûyê zivistanê êzinga berhev dike. Li berpala hember jî, şivanek bi miqamê “bilûra pîrê” ji xwe re li bilûrê dixîne. Şivan, bi miqamê şahîyê li bilûrê dixîne. Jinika êzingvan jî dev ji êzinga berdide û direqînê li ber bilûra şivên direqise.
Pirr najo, vêca şivan bi miqamê xemgînî li bilûrê dixîne. Jinika êzingvan dev ji reqsa xwe berdide, xwe bi xwe ji xwe re dibêje: “Wîîî, lolo lawo şivano, heke ez ne ji te xerabtir bûma, ma ez li ber bilûra te direqisîm?!”

De êdî mesela me û aborîya tirka ye. Meriv ne dizane li ber rewşa aborîya wê bireqise, ne jî dizane bigrî. Hasilîkelam: bi xwedê halê rîngo ne ti hal e. Gotinek me kurdan heye, dibêje: ilametê mirinê, bi xwede rîtine. Û rîngo jî ji zûûûde teşkên xwe edem kirîye.

*
Serê salê, binê salê. Xwedê çend defter dolar û tibabek xiram zêr, bide her malê. Sala we ya nû pîroz be.

Yorumlar kapalı.



Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!