Halê Rîngo ne ti hal e

featured

Dibêjin jin û mêrek hebûn. Em bibêjin navê mêrik Dolaro û navê jinikê jî Dolarê bû. Heşayî hizûra hazir, herduyan jî bi xwe de dimîztin. Rojekê li hevdu rûniştin û li ser rewşa xwe niqaş kirin, ka ew ê çareserîyek çawa ji xwe re bibînin. Di talya dawî de biryara xwe didin ku ew ê şevê bi dorvegerî li ber hev nobetê bigrin. Cara pêşîn jinik nobetê li ber mêrê xwe digre. Şev hinekî derbas dibe, çîkê mêrik tevdilive. Jinik hişk bi kirpika wî digre, bangî mêrê xwe dike:
-Mêro rabe tu dike şetekî di bin xwe de berde.
Bi saya vê yekê, mêrik di xwe de bernade. Vêca dora nobetê dibe ya mêrik. Rebeno destê xwe dide li ber rûyê xwe û di ser jinikê de diponije. Qederek derbas dibe, jinik ji diqilqile lê jê nayê famkirin ka ew ê çi çax bi xwe de bimîze. Dîtina mêrik dibîne, hew bi xwede jî mîzt. Mêrik çawa dike, nikare ji bendava teqandî re bibe asteng û di nava tilîkê mêrik re diçizire. Mêrik li jinikê diqîre, dibêje:
-Keçê zû rabe, çilvirî; êdî di her derê re davêje!
Êdî mesela me û dolara ye. Bi şerefa elokê çilvirî ye; êdî ti kes nikare apê Benjamîn zeft bike.

*
Gotineke me kurdan heye, dibêje: filankes nanê bê xwê dixwe, tirrên şorr dike. Yaho bi xwedê van gotinên pêşîyan, ji guleya devê tivingê jî dijwartir in ha. Kê bîra xwe, nanê bêxwê û tirrên şor biriye hela? Errrrik! Çi gotineke qelew. Meriv dibêje qey ev gotin li ser “cîhan lîderî” hatine gotin. Xelk ji nêza zikê xwe diguvêşin, hinek jî zenga diranê xwe dixwin, mêrik jî li her dera welêt ji xwe re qesir avakir. Hem jî qesrên bi hella hella; qesrên hezar-ode.
Em ê vê rewşê, bi gotineke pêşîyan bi dawî bikin: reva pisîkê heta dawiya kadînê ye, birakooo! Ev peyva “birakoooo” jî, zir-min lê zêdekir.

Camêrek hebûye, carê rûn bi simbêlên xwe dida û diçû civatê. Gava li civatê rûdinişt jî, qirşikek jî di ber diranê xwe re dikir û dikir mirçemirç. Yanê va çiçiye, wî mêrî goştê biraştî xwariye. Tabî simbêlê wî ya dohnkirî jî, dibiriqand.
Hingê ew civata li dora wî jî, li çavê hev dinerîn û di dilê xwe de digotin: “lawo em dikin nakin, em nikarin zikê zarokên xwe ji nanê tisî têr bikin. Ev bêbava jî her êvar bi simêlên di nava rûn de hildayî tê civatê û dibe mirçemirça devê wî. Ev bêbav lawê bêbava vî goştî ji kuderê peyda dike û dixwe?”
Êvarekê dîsa mêro li civatê rûniştibû û dîsa devê wî yê di bin simbêla wî ya dohbkirî de dikir mirçemirç, zarokekî wî dibêje teq û dikeve hundir. Bi kelecan û bi helkehelk dibêje: “bavo, bavo! Bi xwedê ew rûnê te bi simbêla xwe didida û diçû civatê, pisîke ew xwaaaaar!”

*
Rewşa cîhan lîderî yê Tirkîyeyê jî, dişêbe naveroka van hersê meselokan. Camêro, nanê bê xwê dixwe lê tirrên şorr ji xwe berdide.

Yorumlar kapalı.



Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!