Ji Kollektîfa Rîtmên Azad berhemek nû: Gulgulî

featured

Koma bi navê Kolektîfa Rîtmên Azad piştî kedek hevkar strana bi navê ‘Gulgulî’ derxist.

Strana Gulgulî ya ku ji hêla koma Kolektîfa Rîtmên Azad ve hatiye amadekirin balê dikişîne bedewiyên welat û gelê Kurd.

Kolektîfa Rîtmên Azad, di 2019’an de hatiya avakirin û li bajarê Batmanê di bin sîwanê Navenda Çand û Hûnerê ya Biharê de xebatên xwe dimeşîne.

Ji Kollektîfa Rîtmên Azad berhemek nû: GulgulîEndamên komê ji bo strana Gulgulî wiha dibêjin:

“Di pêşerojê de armanca me ya sereke ew e ku em bi awayekî çalak û bi rêk û pêk xebatên xwe bidomînin, hejmara endamên komê zêde bikin, berhemên xwe yên gotin û muzîkê bikin aîdê komê û nûnertiya çand û hunera kurdî bikin.

“Gulgulî” berhemeke ku bi piranî li herêma Xerzan û Serhedê tê naskirin û gelek caran di rîtuela çanda Kurdî de cîh digire. Straneke ku ji aliyê Aram Dîkran û paşê Koma Berxwedan ve hatiye bi dengkirin û paşî di Radyoya Êrîvanê de hatiye pêşkêşkirin. Peyama ku di kilamê de tê dayîn bi zimanekî pesindar bedewiyên welat û gelê Kurd derdixe holê.
Klîba me li gundê Timoq ê navçeya hezoyê a  hatiye kişandin, sedema ku me ev cih û zeman  hilbijart ew e ku em hewl bidin ku rengên zindî yên xwezayê bi stranê re bi hev re bikin yek û me jî ev yek çêkir.Her wiha ev klîp ji bo dîroka berxwedêriya vî gundî li ber çav were girtin me kişand kişand.”

Ji bo guhdarîkirina stranê LÎNKÊ bitikînin.

 

 

Yorumlar kapalı.



Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!