Tiryak

featured

Gundînoooo! Malînooo! Bajarînooo! Erê erê, esil bajarînooo! Hay ji zarokên xwe hebiiiiiin! Xortik û cehelên vî zemanî yekuna wan bûnin hêsîrê tiryakê; bûnin baximlî û rebenokên madeyên hişbir. Bawer bikin ev madeyên hanê ne tenê hiş-bir, herwiha giyan-bir in jî. Neçele neçele(nice nice) ocaxan ditefînin; pergala malan belav dikin; keç û kurrên xortik yên teze û nûhatî, nîvqurmiçî binaxdikin. Eman zeman, herkes hay ji zarokên xwe hebin. Ev zarokên vî zemanî, vanê hişê wan ne di tasa serê wan de, hişê wan di serê “çîkê” wan de, hew meriv dibîne ji nava lepê meriv filitî û bi serheve çûn.
Gelek cûreyên tiryakê henin. Bawer bikin esrar li ber wan pirr “mahsûm” dimînin. Ev cûreyên madeyèn hişbir/jiyanbir, yên tiryakê, hem erzan e û hem jî pirr hêsan tên peydakirin. Ciwanê bikevin xefika van cûre tiryakan û dêw û bavên wan ne profesyonel bin, êdî destê xwe jê bişon. Lewra ev cûre madeyên tiryakê, zarokan bodele, dîn û har dikin. Bi gotineke din, wan dikin mîna zombîyan. Gava ev zarokên baximlî dikevin nava pencê van tiryakên bi xof û di nav de vedigevizin, êdî ti kesî nasnakin. Ne dê û bav, ne xwûşk û bira, ne eşq û ne jî evîndar. Ji hemû nîrxan bi dûr dikevin. Baweriya wan ne bi xwedê, ne bi nîrxên pîroz û ne jî tiştên bi rûmet nayê. Li ba wan hemû nîrxên pîroz, nehêjaye bişkulekê jî. Bêlome be!

Tiryak
Ev dewleta ku nahêle xelk çavê xwe ji ser hev rake, ev dewleta ku nahêle kesek twitterekê parvebike, ev çawa çêdibe haya wê ji firoşkarê tiryakê çênabe?! Firoşkarên tiryakê, yên wekî “torbecî” tê naskirin, firotina jahra tİryakê, eyanbeyan li ser medya dijîtal difroşin û distînin. Min li jor jî got, yekî di eleyhê dewletê de di mala xwe de tirrekê jî bike, dewlet pêdihese; heta dengê jidandina desîbela wê tirrê jî dipîve û tiştê nemayî namîne nayîne serê wî kesî. Lê ev çi hîkmete ku dewlet ji firoşkarên Bonzaî, Krîstal, Metamfetamîn, Ekstazî û yên din haydar nabe.
Neçele neçele berxên dê û bavan bi jahra van maddeyên tiryakê bodele, dîn û har dibin. Herwiha di bihara emrê xwe de emirqutî dibin û dikevin bin axa sar. Ocax kor dibin, malbat ji hev belav dibin û malikê li vî xelkê jar û belengaz divirritîne.
Ez hêvî û ricayê ji tevahiya bijîşk, rojnamevan, rewşenbîr, mamoste, bawermend, alim, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, porsipî, rîsipî, aqilmend û bîlcumle yekuna bîrbirên vî miletî dikim ku em tevdek bi hevre zend û bendan vemalin û em şerrekî bêeman li hember tacîrên vê nahleta tiryakê bidin destpêkirin.
Bila ev erka me ya sereke be. Bila ji bo xatirê Mihemed, Îsa, Mûsa, Zerdeşt, Dawid, dowazde îmam, Karl Marx, Şêx Hadî û hemû xasên xwedê be, em tevdek seferber bibin û em emanê nedin van tacêrên jahrfiroş ku zarokên me davêjin nava qîlê ruhstîn.
Ev deyn û erka sitûyê herkesî ye. Kesê di vî warî de sarsarîka tevbigere û erka dikeve li ser milê wî neyne cîh, nimêj li ser wî/wê nayê kirin. Heta silava xwedê jî heq nake ku meriv silavê lêbike.
Bila xezeba Xwedê û Ahûra Mazda li wan bibare ku zaroka kaşî nava xetereya tiryakê dikin. Bila van tacîrên jahrfiroş ku dibin sersebeba zar zêçên xelkê, goştê laşê wan binitine û rêsî rêsî ji ser hestiyên wan were xwarê!!!! Bila li mirinê bigerin, mirin bi dest wan nekevin! De hûn jî tevdek bi hev re bibêjin, amîîîîn!
Min xwe zeft nekir; jibo ez dijûnan nedim, min nifir kir. Lê ev ne îşê nifira ye. Lewra rewş pirr xerab, tirsnak û wehîm e. Divê tekoşîneke profesyonel li hember tacîrên jahrfiroş were dayin. Lazime li her bajar, navçe û taxan semîner were dayîn û xelkê liberbixîne û bi zanebûn gel serwext bike. Divê medya dijîtal pirr û baş were bikaranîn û bi navbênkariya, ango bi alîkarîya kesên popîler, ciwan werin hişyarkirin.
Mixabîn, mixabîn, mixabîn civaka me hay ji wehameta vê kambaxîyê tineye.

Yorumlar kapalı.



Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!