Antolojiya Helbest û Çîrokên di Zindanan de derket!

featured
Google'da Abone Ol
0
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Antolojiya Helbest û Çîrokên di Zindanan de hate çap kirin. Berhem di encama xebatên dirêj yên Roza Metîna û Jiyar Jahan Fard de, ji Weşanxaneya Pena Kurd derçû.

Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindan de “Rabûna Berî li Gulberojan” bi piştevaniya PENa Kurd hat weşandin.

Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindan de “Rabûna Berî li Gulberojan” bi piştevaniya PENa Kurd ve ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat weşandin. Amadekariya antolojiyê ji aliyê Roza Metîna û Jiyar Jahan Fard ve hat kirin. Ev antolojî wê di heman demê de ji nivîskarên girtî yên çîrok û helbestên wan tê de cih digirin re jî bê şandin.

Ji 139 helbest û 16 çîrokan pêk tê

Antolojiya Helbest û Çîrokên Nivîskarên di Zindanan de “Rabûna Berî li Gulberojan” ji 16 çîrok û 139 helbestên nivîskar û helbestkarên di zindanan de pêk tê. Helbest û çîrokên 39 helbestkar û nivîskarên di zindanan de di vê berhemê de cihê xwe digire. Di berhema “Rabûna Berî li Gulberojan” de destnivîsên nivîskar û helbestkarên di zindanan de jî cih digirin.  Li Bakurê Kurdistanê berhemeke bi vî rengî cara ewil tê çapkirin.

Uygulamamızı İndir ve Yorum Yap 🌟
 
Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

NOT: ✅ Oturumu açık tut kısmını aktif hale getirin.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.