Li herêma Reşkotan xwarinek taybet: Elok u savara raxistî

featured

Xwendevanên hêja, min biryarek da! Biryara min ev e ku îro pêve li ser xwarin û vexwarina, bi zimane Kurdi ezê binivisim.
Heya ji destê min hat ezê bahsa dîrok, taybetî û mesela xwarinan bikim.
Xwarina me ya ewil dê ji Êlihê be ku ez lê dijîm.
Ji herema Reşkotan xwarineke pir navdar û taybet Goşte Elok u Savara Raxisti’ye…
Li herêma Êlihê kesekî ku ev xwarin nebihîstibe tune ye. Ev xwarina ku bi herêmê tê naskirin, bûye şîva dawetkirinê.
Ev xwarina ku ji bulgurê ji genimê ku li herêmê tê hilberandin tê çêkirin, bi tevahî orîjînal e. Ev xwarin ne tenê ji goşte eloka, lê ji goşte berxê jî tê çêkirin. Ku hûn goştê herduva jî nebînin hûn dikarin bi goştê mirîşka jî çêkin lê orîjînal goştê elok e.
Taybetmendiya vê xwarinê ew e ku piştî goşt baş tê kelandin, savar bi ava goşt tê pijandin. Piştî ku xwarin tê pijandin tê rijandin di tepsiyan de û tê pêşkêşkirin.
Niha ez ê vê reçeteya xwarina navdar bi we re parve bikim.

Li herêma Reşkotan xwarinek taybet: Elok u savara raxistî

Xwarina goşte elok û savara raxistî

Materyal;
•Elok(şamî)
•2 kg savar
•50 gr xwê

Li herêma Reşkotan xwarinek taybet: Elok u savara raxistî
Reçete;
•Pêşî goştê Elok tê hûr kirin,
•Têxin beroşe û avê lê zêde bikin heta ku li ser goşt bikeve,
•Xwê lê bikin û heta goşt nerm bibe û bipije.
•Avê ji goştê pijandî veqetînin
•Savare berdin li ser goşt,
•Ava goşte Elok’a ku we veqetandiye dîsa lê zêde bikin,
• Bila bipije heta ku savar jî bipije,
•Di vê xwarinê de ne hewce ye ku rûnê zêde were zêdekirin, ji ber ku rûnê goştê eloka
tama xwarinê xurt dike.
•Xwarinên pijandî birijînin ser tepsiyê û servis bikin…
Noşî can be…

Yorumlar kapalı.



Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!