Xwarina meftune

featured

Ez ê îro behsa xwarineke bajarê Amed’ê ji we re bikim. Beri ku behsa xwarinê bikim em ê hinekî behsa çanda xwarinen bajarê Amed’e bikin.
Bajarê Amedê bi çand, erdnîgarî û dîroka xwe ve bûye navenda çanda netewa Kurd. Yek ji hêmanên herî girîng ên vê çandê çanda xwarinê ye.
Faktorên ku bandorê li çanda xwarinê dikin dîrok, ol, erdnîgarî, avahiya avhewa û mercên aborî ne.
Baxçeyên Hevselê, zeviyên çandiniyê û xebatên sewalkariyê yên li derdora bajarê Amedê cihêrengiya çanda xwarinên bajêr pêşkêş kirin.
Bajarê Amedê ne tenê bi berhemên ku tên çandin, bi tiştên ku di mitbaxê de tên bikaranîn jî bi saya xebatên hesinkarî û sifirkirinê yên bi sedsalan li bajêr hatine kirin, ev îmkan kiriye. hinek ji wan; pot, kevçî, kêr, quşhane…

Xwarina meftuneÇîroka xwarina ku em ê îro qala wê bikin, li ser Baxçeyên Hevselê yên ku ji aliyê UNESCOyê ve tên parastin hatiye çêkirin. Zebze û fêkiyên ku li baxçeyên Hevselê tên çandin jî cihê xwe di xwarinê de girtin.
Taybetmendiyeke din a vê xwarinê tirşbûna wê ya ji simake ye.
Ev xwarina navdar Meftune ye, ku gelek ji we dizanin.

Xwarina meftune

Materyalên hewce;

•500 gram goştê berxê
•1 qedeh av
•1 kîlo bahçane reş
•6 bahçanen sor
•3-4 îsotên kesk (ger bixwaze dikare bibe îsota tuj jî)
•2 kevçîyên xwarinê rûnê
•2 kevçîyên simake
•4 kulîlkên sîr

Xwarina meftune

Çêkirin;

•Goşt têxin beroşe û 15 deqeyan bikelînin bahçanen reş bi hûrî hûr bikin
•bahçanen sor hûrî hûr bikin
•isote xwe ji hûrî hûr bikin
•Goştê pijandî têxin beroşeke fireh û kûr û bi rêzê bahçane reş, bahçanen sor, îsotê, xwê û nîvê rûnê têxin ser.
•û xwarinen 30 dekke bipijenin.
•Li cihekî cuda qedexek ava germ têxin simake û 10 deqîqeyan bihêlin.
•Daviyen ava simake berdin ser beroşe,
•xwê û biharatan lê bikin û baş bipêjin.
•xwarina pijandî pêşkêş bikin.

 

Yorumlar kapalı.



Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!